23:28 22 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan

    Şingalî piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Rêvebirê bajarokê Sinûnê ya bi ser herêma Şingale ragihand ku xelkê bajarok piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê rêvebirê bajarokê Sinûnê ya bi ser herêma Şingalê ragihand ku xelkê bajarokê Sinûnê bêhtir dê beşdarî referandumê bikin bo serxwebûna Kurdistanê. Ji ber mifteya çareseriya birînên xelkê me ew e, dê kurdên êzdî ji karesetan rizgar bibin û ji kevin de kurdên êzdî li benda vê roja dîrokî ne.

    Rêveberê bajarê Sinûnê Nayîf Seydo di berdewamiya axaftina xwe de got "Kurdên êzdî gelek caran daxwaz kirine bikevin ser herêma Kurdistanê, lê her dijminan asteng kiriye. Niha ew dem hatiye kurdên êzdî birînên xwe çareser bikin, pêkanîna referandumê li deverên dervey rêvebiriya Herêma Kurdistanê dê me ji pirsgirêkên du rêveberiyê rizgar bike, bi fermî em ê bikevin ser Herêma Kurdistanê dê pir baştir karûbarên kurdên êzdî bêne kirin."

    Nayîf Seydo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Êzdî dê bi rêya referandumê ve xwe ji erebên xedar rizgar bikin. Her ji naha û pê de em ê di nav xelkê xwe de kar bikin, bi gelek cureyan giringiya referandumê em ê bigehînin hemû hemwelatiyan. Xelkê me bi hemû hêz û şiyanên xwe ve dê piştevanên referandumê bike.''

    Bi heman mijarî:

    ‘Heşdî Şebî ji bo li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye'
    Barzanî û General Townsend gefên ser Nînowa û Şingalê gotûbêj kirin
    5 gorên komî yên aîdî êzdiyan li Şingalê hat dîtin
    Ebadî: Li Şingalê hêzeke ji artêşa Iraqê û Pêşmerge tê avakirin
    Krîza li Şingalê mezin dibe, Haşdî Şabî li Şingalê bicih bû
    Etîketan:
    Piştgiriya referanduma serxwebûnê, Rêvebirê bajarokê Sinûnê, Nayîf Seydo, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de