00:58 23 Çile 2018
Zindî
    Ebadî û Barzan

    Serok Barzanî û Heyder Ebadî ji bo mijarên dawî yên siyasî axivîn

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiya Iraqê Heyder Ebadî bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ji bo mijarên dawî danûstandinek kir.

    Hat ragihandin ku Serokwêzîr Heyder Ebadî û Serok Barzanî îro berê sibehê bi rêya telefonê mijarên siyasî, aborî, ewlehî û hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê nirxandine.

    Herdu aliyan behsa pêşveçûnên artêş û hêzên ewlekariya Iraqê ya şerê Mûsilê, hevkariya ligel hêzên Pêşmerge, kontrolkirina herêmên di bin destê DAIŞê de kirine.

    Li gorî Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiyê herdu serokan tekez kirine ku divê di navbera aliyan de yekrêzî hebe û ji hemû karên ku zirarê digihînin serkeftinên hêzên iraqî, dûr bisekinin. Ji ber ku bi yekrêzî serkeftin misoger dibe û navçeyên hatine rizgarkirin aram dibin. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir hewl bên dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî û nûnerê Barzanî bi hevre wê ligel Trump bicivin
    Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
    Hewramî li ser civîna Barzanî û Ebadî daxuyanî da
    Civîna Barzanî û Ebadî bi dawî bû
    Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî li Almanyayê civiyan
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de