23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Qeter

    ‘Krîza Qeterê ji bo avakirina dewleta Kurd hat derxistin’

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42

    Parlamentara berê ya Tirkiyê û Şêwirmenda Serokê Giştî yê Partîya Saadetê (Saadet Partisi) Prof. Dr. Oya Akgonenç Mugisuddin di nirxandina xwe ya bo Spûtnîkê de, krîza Qeterê bi avakirina dewleta Kurdistanê ve girêda.

    Prof. Dr. Oya Akgonenç Mugisuddin ku di heman demê de Seroka Beşa Pêwendîyên Navnetewî ya Zanîngeha Ufuk a Enqerê ye ji Spûtnîkê bi Amur Gadjiev re axivî.

    'QEYRANA QETERÊ SÛNÎ YE'

    Mugîsuddîn krîza Qeterê ku bi pêşengîya Erebîstana Siûdî çend welatan pêwendîyên xwe yên dîplomatîk bi wî welatî re birîn, wek krîzeke sûnî (çêkirî) bi nav kir û got ku gelek sedemên wê hene.

    'LI PIŞT KRÎZÊ BERJEWENDÎYÊN MEZIN ÊN ABORÎ HENE'

    Akademîsyena tirk destnîşan kir, di vê pevçûn û rageşîyê de berjewendîyên gelekî mezin ên darayî û ekonomîk hene ku dixwazin ji vê qezenca mezin para xwe bistînin, anku dixwazin ji bo dewlemendiya di destê Qeterê de bistînin alozîyê derxin.

    'AMERÎKAYÊ OPERASYONA REQQAYÊ Û HEMLEYA AVAKIRINA DEWLETA KURDÎ DA DESTPÊKIRIN'

    Prof. Dr. Oya Akgonenç Mugisuddin bal kişand ser ku li dema ku krîza Qeterê hatiye derxistin de operasyona Reqqayê destpê kiriye û wiha pê de çû:
    "Niha li demeke ku Tirkiye û welatên din bi Qeterê re mijulîyê dikin hûn dibînin ku operasyona Reqqayê destpê kiriye. Eynî wek ku Amerîkayê plan kiriye dibe ku hemleyeke ji bo avakirina dewleta Kurdî pêk were. Lê belê ev ne karekî wisa hêsan e. Dibe ku Amerîka ji 14 hezar kîlometran dûr ve wisa bibîne, lê rastîyên li meydanê jî hene."

    'DEWLETA KURDÎ DÊ HEVSENGÎYÊ SEROBINÎ HEV BIKE'

    Profesora tirk di berdewamê de jî got, ‘Li wê derê avakirina dewleta Kurd tê wateya serobinkirina hevsengîya herêmê ku herî kêm tê wateya ku 4 welat bihev bikevin. Yanî ne wisa hêsan e ku bi xêzkirina sînoran ev yek pêk were. Lewma jî ez di wê bawerîyê de me ku hewildaneke wisa heye ku dema rûdana wan jî hat ser hev.'

    Mugisuddin di krîza Qeterê de herwiha bal kişand ser alozîyên mezhebî yên navbera Sûne û Şîayan û got, ev dê bibe sedema felaketê.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
    PKKê êrişî leşkerên tirk kir: 2 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn
    Almanya di derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Li Parêzgeha Îlamê êriş: Kesekî can da 2 kes jî birîndar bûn
    Rûsya: Serokên DAIŞê û HSDê li hev kir
    DAIŞê gef li Erebistana Siûdî xwar: Dê dora we jî bê
    Rudskoy: Hema hema şerê li Sûriyeyê sekiniye
    Etîketan:
    Qeter, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de