09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Perestgeha Lalişa Nûranî

    Encumena Rûhanî ya Êzidiyan: Hemû êzidî piştgiriya referanduma serxwebûnê dikin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 21

    Şêwirmendê Encumena Rûhanî yê Êzidiyan ragihand ku dê tevahiya êzidiyan dengê ‘erê’ bidin referandomê ji ber ku serxwebûna Kurdistanê dê bibe dermanê hemû derd û nexweşiyên êzîdiyan.

    Li gorî nûçeya malpera PDKê ya fermî Şêwirmendê Encumena Rûhanî yê Êzidiyan Kerîm Silêman got: “Biryara encamdana referandumê biryar û destkefteka dîrokî ye û em jî wek kurdên êzîdî piştevanî lê dikin. Êzidî bi hemû awayî piştevaniya referandumê dikin ji ber ku referandom dê bi xwe re serxwebûnê bîne û serxwebûn jî dê bibe dermana derd û nexweşiyên êzidiyan.”

    Kerîm Silêman bang li hemû êzidiyan kir ku di roja referandomê de dengê ‘erê’ bidin û got: “Ji bo ku êzidî cardin rastî karesatan neyên û warê êzidiyan di nav aramiyê de bin û êzidî neçar nemînin bi dijminan re bijîn, divê hemû êzidî dengê ‘erê’ bidin. Em dixwazin bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.”

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin
    Etîketan:
    Encumena Rûhanî yê Êzidiyan, Biryara referanduma Kurdistanê, Kerîm Silêman, Şili, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de