20:06 22 Îlon 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Tevgera Goran û Komeleya Îslamî beşdarî civîna Barzanî nabin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2130

    Tevgera Goran û Komeleya Îslamî diyar kirin ku beşdarî civîna rojeva referandûmê ya serxwebûnê yê Mesûd Barzanî nabin.

    Tevgera Goran û Partiya Komeleya Îslamî destnîşan kirin ku beşdarî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ya ku wê sibehê saet 14:30an de têkildarî rojeva referandûmê bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re bicive, nabin.

    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî wê sibehê saet 14:30an de li Pîrmamê wê li gel patiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê têkildarî ‘Referandûma Serxwebûnê'civînekê lidar bixe.

    Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî di peyvîna li gel NRTê de eşkere kir ku weke partî beşdarî civîna ku tê behsê kirin, nabin. Piştî Goran Komeleya Îsalmî jî ragihand wê ew jî beşdarî civînê nebin.

    ‘JI BER TI CIDÎBÛNA CIVÎNÊ NÎNE, EM BEŞDAR NABIN'

    Berdevkê Komeleya Îslamî Rêbwar Heme ji televîzyona Peyam a ku organê weşana Komela Îslamî ye re axivî diyar kir ku wê beşdarî civînê nebin. Rêbwar got: "Ji ber ti cidîbûna vê civînê nîne, em beşdar nabin. Lê ev biryar nayê wateya ku wê hemû têkiliyên me yên siyasî bên qûtkirin.

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Goran: Em li dijî wî şerî ne ku kurd hevdu dikujin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    Tevgera Goran li benda baskên YNK’ê ye
    Gelo hersê partiyên îslamî dê bibin yek?
    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: Divê referandûm neyê bipaşxistin
    Etîketan:
    beşdar, civîn, referandûm, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de