03:20 23 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Bi tu awayî derbaskirina sînorê Kurdistanê nayê qebûlkirin

    © Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7012

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku bi ti awayî nayê qebulkirin ku hêzek sînorê Kurdistanê derbas bike û bixwaze îradeya xwe ferz bike.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh li Selaheddînê pêşwaziya Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Joseph Votel û şandekî li gel kir.

    Li gorî daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Fermanderê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Joseph Votel naveroka nameya Wezîrê Parastin a Amerîkayê ya ji bo Barzanî eşkere kir ku têde piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge dubare dike, aniye ziman.

    Wezîrê Parastin a Amerîkayê ji ber serkeftinên li dijî DAIŞê û hemahengiya li gel Artêşa Iraqê spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kiriye.

    Her wiha Votel bal kişande ser wê yekê, ku di şerê terorê de pêwîstiya wan bi hemahengî û hevkariya Hêzên Pêşmerge heye.

    ‘PLANA SIYASÎ Û ÎDARÎ YA QONAXA PIŞTÎ DAIŞê NEHATIYE KIRIN'

    Ji aliyê din ve Serok Barzanî bibîr xist, ku beriya operasyona Musilê, Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye plana serbazî, siyasî û îdarî bi hevre were amadekirin û got: "Lê belê mixabin kar ji bo plana siyasî û îdarî ya qonaxa piştî DAIŞê nehatiye kirin."

    ‘EGER HEWLDANÊN DIN HEBIN DÊ PIRSGIREKÊN MEZIN DERKEVIN'

    Derbarê rewşa rojavayê Musilê û başûrê Şingalê de Barzanî got: "Eger armanca tevgeran şerê terorîstên DAIŞê be ev yek nabe pirsgirêk. Lê eger ji bo pêkanîna ajandayên din hewldan hebin dê pirsgirêkên mezintir derbikevin û ev jî bibe sedema ji destçûna destkeft û serkeftinên li dijî terorê."

    ‘BI TU AWAYÎ DERBASKIRINA SÎNORÊ KURDISTANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Barzanî herwiha got: "Bi ti awayî nayê qebulkirin hêzek sînorê Kurdistanê bibezênê û bixwazê îradeya xwe ferz bike. Hinek kes mijulê wê yekê ne, ku sedemên serhildana DAIŞê dûbare biafrînin."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Barzanî li ser hevkarîya qada enerjîyê peyivîn
    Barzanî: Divê civaka navdewletî cidîtir li ser pirsa terorê bisekine
    Barzanî: Gelê Kurdistanê serdana dîrokî ya Hollande ji bîr nake
    Barzanî û Pûtîn li hev dicivin
    Barzanî û General Townsend gefên ser Nînowa û Şingalê gotûbêj kirin
    Etîketan:
    DAIŞ, derbas, sînor, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Joseph Votel, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de