21:09 26 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê Keçên Kurd

    Li Pîrmamê zîrweya serxwebûnê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2332

    Terefên siyasî yên Herêma Kurdistanê sibê bi serokatiya Mesûd Barzanî ji bo mijarên referandum û serxwebûnê dicivin.

    Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, sibê aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo nîqaşkirina mijarên referandum û serxwebûnê li Koçka Serokatî ya li Pîrmamê dicivin.

    Tê pêşbînîkirin ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê tevlî civînê bibin û dibe di zîrweyê de dîroka referanduma serxwebûnê were eşkerekirin.

    Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê û endamê polîtburoya PDKê Cefer Emînkî di axaftina xwe de got: "PDKê hemû aliyên siyasî vexwandine bo pêkanîna civînek berfireh û gotûbêj kirina rewşa siyasî ya Kurdistanê û pirsa referandomê. Civîn sibê ye û bi beşdariya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên Kurdistanê dê pêk were. Armanca civînê gotûbêja rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê, avakirina komdengiya niştimanî û diyarkirina roja referanduma serxwebûna Kurdistanê ye."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike
    Şirketa navdar a turîzmê: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
    Yawer: Kurdistan ber bi serxwebûnê ve gavan diavîne lewma yekbûna Pêşmerge pêwist e
    Dozgerê tirk: ‘Kurdistan tune ye û wê ti caran nebe jî'
    Etîketan:
    Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, PDK, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de