14:35 19 Îlon 2017
Zindî
    hêzên Pêşmerge, operasyona Mûsilê

    ‘Heşdî Şebî ji bo li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye'

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4931

    Sererkanê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cemal Êminkî ragihand ku Heşdî Şebî peyman binpê kiriye û ji bo ku li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye.

    Li gorî nûçeya BasNewsê Cemal Êminkî li ser zêde gavên rêxistina Heşdî Şebî ku ji milîsên şîe pêk tên gotiye, Heşdî Şebî bi serê xwe û bi zora xwe derbasî devera Şingalê bûye. Biryar bû Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re ew gund û wargehên Şingalê yên di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de rizgar bikin lê Heşdî Şebî guh neda hikûmeta Iraqê û ew rêkeftin binpê kir.

    Sererkanê Pêşmerge bêyî navê Îranê bide gotiye ‘Îran di vî warî de pişta Heşdî Şebî digire, yek ji armancên Heşdî Şebî ew e ku pêşiyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê bigre ye'.

    Li gorî daxuyaniya Cemal Êminkî heta niha di navbera Pêşmerge û Heşdî Şebî de tu hevdîtinek nehatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka dixwaze 2 liwayên Pêşmergeyên Kurdistanê pirçek dike
    Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Rûsyayê têne dermankirin
    Pêşmergeyên Kurdistanê li Mûsilê 3 gundên din rizgar kirin
    Demirtaş: ‘Bila cihan alîkariya YPGê û pêşmergeyên Kurdistanê bike'
    Ji Almanyayê 70 ton çek û cebilxane bo Pêşmergeyên Kurdistanê
    Herêma Kurdistanê ji bo pêşmergeyên dîl daxuyaniyek belav kir
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Sererkanê Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê, Cemal Êminkî, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de