21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Konsûlê Almanyayê: Em ê ji biryara gelê Kurdistanê re rêzdar bin

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2742

    Konsûlê Almanyayê yê Hewlêrê Mark Eickhorn li ser biryara referandûm û serxwebûna herêma Kurdistanê got, ‘Em ê wek Almanya ji biryara gelê Kurdistanê re rêzdar bin.’

    Konsûlê Almanî ji hevpeyvîneke K24ê de bal kişand ser ku dê pêwendîyên Almanyayê yên bi herêma Kurdistanê re dê piştî têkbirina DAIŞê jî di heman astê de berdewam bikin.

    Eickhorn li ser pirsa referandûma serxwebûnê jî wiha got: "Em ê ji biryara gelê Kurdistanê re rêzdar bin.'

    Konsûlê Almanyayê bal kişand ser pêwendîyên baş ên Almanyayê yên bi Herêma Kurdistanê re û wiha domand: "Pêwîst e gel bixwe dahatuya xwe diyar bike. Çarenivîsa xwe bi xwe diyar bike. Helbet divê bi rêyên aştîyane be. Bi vî awayê dê rê li ber şerên ku piştî DAIŞê derkevin bê girtin."

     

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Krîza Qeterê ji bo Îsraîlê firsendeke gelekî mezin e
    Nûnerê PDKê: Rêkeftina bi Rosneftê re ‘Bûyereke dîrokî ye’
    'Wê Tirkiye, Îran û Iraq ji bo krîza Qeterê li Bexdayê bicivin'
    Pentagon: Em minetdarê Qeterê ne
    Wezîra Alman: Leşkerên Alman ji Încirlikê diçin Azraq a Urdunê
    Pûtîn û Erdogan krîza Qetarê axivîn
    Etîketan:
    Kurdistan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de