07:11 23 Çile 2018
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Generalê Amerîkî Stephen Townsend

    Barzanî û General Townsend gefên ser Nînowa û Şingalê gotûbêj kirin

    © Foto: presidency.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi fermandarê Amerîkî yê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Stephen Townsend û şanda pê re civîya.

    Di civîna ku 31ê Gulanê li ofîsa seroktîya Herêma Kurdistanê ya Pîrmamê pêk hat de, li ser şerê Mûsilê, hevkariya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û binpêkirina rêkeftinê ji aliyê hêza Heşda Şebî ve hat rawestîn.

    TOWNSEND: EM BI HÛRÎ REWŞÊ DIŞOPÎNIN

    Di hevdîtinê de, kiryarên berevajî rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê, Amerîka û Iraqê hatin gotûbêjkirin. Hat ragihandin ku general Townsend jî diyar kir ku ew bi hûrî çavderîya rewşê dikin.

    'DIVÊ LI HEMBER ZÊDEGAVÎYAN TEDBÎRÊN PÊWÎST WERIN GIRTIN'

    Di daxuyanîya malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê de hat gotin, her du aliyan nîgeraniya xwe ya li hember kiryarên derveyî rêkeftina navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge anî ziman û diyar kirin, ew kiryar metirsî ne li ser aramiya deverên rizgarkirî yên parêzgeha Nînowayê û divê tedbîrên pêwîst li hember wan zêdegaviyan werin girtin.

    KRÎZ BI PÊŞVEÇÛNA LEŞKERÎ YA HEŞDA ŞEBÎ DESTPÊ KIRIBÛ

    Hêjayî gotinê ye ev demeke liv û tevgera leşkerî ya hêza Heşda Şebî, li herêmên parêzgeha Nînowayê û Şingalê bûye sedema krîzekê di navbera Pêşmerge û Heşda Şebî de ku pêşveçûna leşkerî li derveyî rêkeftina Bexda û Hewlêrê tê nirxandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kabîlê teqîn: 80 kes mirin 350 kes jî birîndar bûn
    Barzanî û Pûtîn li hev dicivin
    Li El Babê teqîn: 3 mirî 4 jî birîndar
    Ji Sputnikê bo Forûma Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê sepaneke taybet
    Lavrov: Daneyên pêbawer hene ku DAIŞê bi HSDê re li hev kiriye
    Barzanî gihîşt Saint Petersbutg ê
    Hevşaredara Geverê hat berdan
    Ji parlamantera HDPê re 2 sal û 6 meh ceze hat birîn
    Etîketan:
    Iraq, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de