07:09 23 Çile 2018
Zindî
    Nuri el Malikî

    ‘Nurî Malikî ji hêrsa nava xwe êrişî Kurdistanê dike'

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Berpirsê encumena rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Selah Delo di axaftina xwe de ragihand ku Nurî Malikî ji hêrs û kerba nava xwe êrişî Kurdistan û Berzanî dike.

    Nerazîbûnên siyasetmedar û saziyên Herema Kurdistanê li hemberî gef û gotinên serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî didomin.

    Berpirsê encumena rêveberiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Selah Delo di axaftina xwe de got: "Nurî Malikî ji ber hilbijartinên pêş û ji tirsa ku were dadgehkirin êrişî Barzanî û Herêma Kurdistanê dike. Malikî dixwaze dîsa deshilatê têxe destê xwe. Vêca bo vê yekê çi destê wî were dê bike. Yek ji wan rêyan jî tehdîdkirina kurdan e, êrişa Barzanî û Kurdistanê ye."

    'MALIKÎ DIXWAZE GUNEHÊN XWE VEŞÊRE'

    Selah Delo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Malikî berpirsê ketina Mûsilê ye û dixwaze gunehên xwe veşêre û raya giştî bi tiştên din mijûl bike. Dixwaze li Kurdistanê hevalbendiyekî ava bike. Lê bila hevalbendên wî him li Iraq û him li Kurdistanê bizanin ku ewa ku hatiye serê Malikî dê were serê wan jî."

    Delo di dirêjiya axaftina xwe de got: "Malikî dixwaze li Kurdistanê jî deriyekî bo ‘Hîlala Şîe' veke lê nikare bike ji ber wê jî ji hêrs û kerba êrişî Barzanî û Herêma Kurdistanê dike."

    Bi heman mijarî:

    SHKê bersiva Nûrî Malikî da: Vaye meydan were xwe biceribîne
    Malikî: DYAyê peyamek da desthilatdarên herêmê
    Malikî, wê serdana Rûsyayê bike
    'Barzanî û Talabanî lîsteya kuştinê ya Malikî red kirin'
    Partiya Nûrî el Malikî bersiv da Barzanî
    Etîketan:
    PDK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê yê berê, Selah Delo, Nurî Malikî, Bexda, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de