14:37 26 Gulan 2018
Şirketa petrolê

Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike

© AFP 2018 / ALI AL-SAADI
Kurdistan
Lînkê kurt
0 21

Şêwirmendê siyasî yê nivîsgeha cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Diyar Aminî diyar kir ku Kurdistan dê li Foruma Aboriyê ya Navneteweyî ya St. Petersburgê ji Rûsyayê bixwaze ku veberhênanan li petrol û gazê Kurdistanê bike.

Amîn destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dê ji Rûsyayê bixwaze ku veberhênanên xwe li gaz û petrola Kurdistanê zêde bike. Rayedarê kurd derbarê mijarê de bi rojnameya Izvestiayê ya rûsî re axivî û wiha got: "Hewlêr lê dixebite ku Moskowê teşwîq bike da ku bi awayekî çalaktir li pîşesaziya xaz û petrolê ya Kurdistanê veberhênanan bike. Mijarên xurtkirina têkiliyên aborî jî dê werin nîqaşkirin."

Li gorî Amînî, Moskow jî biniyet e ku agahiyên îstîxbaratî parve bike ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorîst DAIŞê û wiha pê de çû: "Têra xwe zelal e ku li gel pistgiriya DYAyê kurd dixwazin piştevaniya Rûsyayê jî bi dest bixin. Hewlêr dê dest pê bike ku agahiyên îstîxbaratî bi Rûsyayê re parve bike ku ji bo şerê li dijî terorîzmê re giring in."

Hêjayî gotinê ye ku Mariya Zaxarovayê di 25ê vê mehê de ragihandibû ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re li Foruma Petersburgê bicive.

Bi heman mijarî:

Di civina Barzanî û Brîtanyaye de operasyonên Rûsyayê jî hebûn
Barzanî: Gelê Kurdistanê serdana dîrokî ya Hollande ji bîr nake
Barzanî ji şanda Ewropî daxwaza alîkarîyên zêdetir kir
Barzanî: Gelê Kurdistanê biryara çarenivîsa xwe daye
‘Lavrov û Barzanî dê li ser operasyona Mûsilê biaxifin'
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Sergey Lavrov, Nêçîrvan Barzanî, Rûsya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de