19:00 22 Çile 2018
Zindî
    Heşdî Şebî

    Berpirsekî bilind ê Heşdî Şebî di teqînê de hat kuştin

    © AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî daxuyaniya berdevkê rêveberiya polîsê Germiyan fermandarekî rêxistina Heşdî Şebî li bajarokê Qeretepe di teqînekê de hat kuştin.

    Heşdî Şebî
    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Berdevkê rêvebiriya polîsê Germiyanê di daxuyaniya xwe de kuştina cîgirê berpirsê heşdî şeibî li bajarokê Qeretepe û birîndarbûna şofêr û çar parazvanên wî ji ber teqîna bombeyekê ragihand.

    Berdevkê rêveberiya polîsê Germiyan Elî Cemal Qidûrî di axaftina xwe de ragihand ku şeva borî li sînorê bajarokê Qeretepe bombeyek çandî di wesayîta berpirsê rêxistina Bedir ku heman demê de cîgirê berpirsê Heşdî Şebî yê bajarokê Qeretepeyê ye Elî Husên Xurşîd di teqînê de jiyana xwe ji dest da û li gel wî hejmarek parêzvanên wî jî birîndar bûn.''

    Cemal Qidûrî di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku birîndar jî bi armanca çareseriyê ji nexwaşxaneya beşa lezgîn ya Şehîd Hejar li Kelar re hatine rêkirin û di bin çavdêriyê de ne.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Heşdî Şebî ne hêzeke meşrû ye
    Heşdî Şebî operasyoneke nû li Şengalê da destpêkirin
    Qeymeqamê Şingalê: Em qebûl nakin Heşdî Şebî were vir
    'Li Kurdistanê em toleransê nadin Heşdî Şebî'
    Parlamenterê kurd: Em nahêlin Heşdî Şebî li Kurdistanê bi hêz bibe
    Etîketan:
    Berpirsekî bilind ê Heşdî Şebî hat kuştin, Elî Husên Xurşîd, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de