07:43 23 Gulan 2018
    Milîtanên DAIŞê

    'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'

    © AP Photo / AP Photo via militant website, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Midûriyeta Tekoşîna Dijteror a Konseya Ewlehî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku yek ji serokê DAIŞê Umar Mehdî Ehmed Zidan di êrişa hewayî de hat kuştin.

    Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Tekoşîna Dijteror a Konseya Ewlehî ya Kurdistanê yek ji serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Umar Mehdî Ehmed Zidan li Mûsilê di êrişa hewayî ya balafirên koalîsyona navneteweyî de hat kuştin.

    Konseya ewlehî di berdewamiya daxuyaniya xwe ya medya civakî de ragihand ku dema rêxistina terorîst a DAIŞê Mûsil dagir kir Umar Mehdî Ehmed Zidan roleke pir mezin lîst. Zidan di encama agahiyên îstîxbaratî de li Mûsilê di êrişâ hewayî de hat kuştin. herwiha operasyona Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe, xelek li DAIŞê teng bûye û hetanî demeke nêzîk wê hemû herêm ji milîtanên terorîst werin paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fîlîpînê bo kontrola bajarê ji DAIŞê bistîne operasyona ezmanî da destpêkirin
    DAIŞê êrişî Dêra Zorê kir: 15 sivîl mirin
    McCain: Pûtîn ji DAIŞê talûketir e
    Anarşîstên yûnanî, bi hêzên kurdan re li Rojava dijî DAIŞê şer dikin
    Balafirên rûsî ku dijî kerwana DAIŞê operasyon pêk anîn: 120 terorîst hatin kuştin
    Pêşmerge li Xurmatûyê êrîşa DAIŞê têk bir
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Midûriyeta Tekoşîna Dijteror a Konseya Ewlehî ya Kurdistanê, Umar Mehdî Ehmed Zidan, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de