21:18 21 Hezîran 2018
Pêşmerge - operasyon - Mûsil

Pêşmerge li Xurmatûyê êrîşa DAIŞê têk bir

© Sputnik/ Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

DAIŞê li navçeya Xurmatû ya Herêma Kurdistanê şevê din êrîşî Tabura 3 ya hêzên pêşmerge kir. Pêşmerge bersiv da û êrîşa DAIŞ hat têkşikandin.

Li gor daxuyanîya berpirsê Hêzên Pêşmerge yê Eniya 3 ya Xurmatû Ebdullah Bor, êrîşa DAIŞê şevê din li demjimêr 11:40an bi ser Tabura 3 Tugaya 116an a Hêzên Pêşmerge de, pêk hat.

Êrîş li gundê Hilêwiya biçûk a li rojavayê navçeya Xurmatû ya ser bi Selahadînê pêk hat û hat ragihandin ku bi bersiva pêşmerge û şerekî giran, DAIŞ hat têkbirin û vekişîyan.

Li gor daxuyanîya Ebdulah Bor di vê mehê de milîtanên DAIŞê gelek caran êrîşî hêzên pêşmergeyan li rojavayê Xurmatû kirine ku yên êrîş dikin ji Mûsil ber bi Hewîce û Xurmatû ve vedikişin.

Bor da xuyakirin ku bi otomobîla fermandarê pêşmerge de li dema êrîşê bombe hatiye teqandin û fermandar û ajokarê xwe birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Îstixbarata Îngilîz 23 hezar terorîst tesbît kir
Heşda Şabî: Me gundê Koço radestî êzidîyan kir
HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê
Barzanî: Divê civaka navdewletî cidîtir li ser pirsa terorê bisekine
DAIŞê li ser êrişa xirîstiyanên qiptî berpirsyariya xwe ragihand
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de