02:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Salih Mislim

    Amerîka vîze neda Salih Mislim

    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36

    Hate ragihandın ku Amerîkayê vîze nedaye Hevserokê PYDê Salih Mislim, nekariye beşdarî konferansa hevkariya kurd-Amerîka bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn li Washingtonê, bibe.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, ji ber nedana vîzeyê Salih Mislim ji ser Skype ve beşdarî konferansa hevkariya kurd-Amerîkayê bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn li Washingtonê bûye. Mislim ragihand ku çekdayîna rêveberiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bo YPGê biryarekê dîrokiye û got: "Em hevî dikin ev hevkarî di warê siyasetê de jî zêdetir bibin."

    'DAIŞ BIDAWÎ NABE'

    Mislim wiha pê de çû: "Piştî rizgarkirina Reqa û Mûsilê DAIŞ bi dawî nabe. Şer dê dewam bike. Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li aliyê koalîsyona navdewletî ne. Bi saya vê yekê em ji şerên dirêj dewam bikin re amadene. Tenê serê xwe dayîna çekên giran bes nîn e. Em dixwazin di warê siyasî de jî têkliyên xwe bi Amerîkayê re pêş bixin."

    Divê navberî de li ser pirsa hûn çima li vê dere nîn in, Mislim eşkere kir ku Amerîka serlêdana vîzeyê bo wî du meh merê red kiriye. Serlêdana vîzeyê ya 2015an yê Mislim ji aliyê rêveberiya Barack Obama ve hatibû redkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin
    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Demirtaş: 'Tirkiye çend car bi Salih Mislim re hevdîtinên fermî pêk anî'
    Etîketan:
    nedan, konferans, vîze, rojnameya Hurriyetê, Salih Mislim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de