17:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    heşdî şabî-şebî-mûsil

    Heşdî Şebî operasyoneke nû li Şengalê da destpêkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Hêza Heşdî Şebî ji bo kontrolkirina çend herêmên Şingalê ji destê DAIŞê opresyoeneke bi nave "Şehîdên Şingalê" da destpêkirin.

    Navenda Çapemeniyê ya Heşdî Şebî li ser operasyonên li gundên navçeya Qeyrewan a Mûsilê daxuyaniyek weşand.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çend gundên Qeyrewanê ji DAIŞê hatine paqijkirin û hat gotin, di çarçoveya qonaxa duyemîn de bi navê 'Şehîdên Şengalê' operasyoneke nû dane destpêkirin.

    Hat diyarkirin ku gundê Kubet Wehbî yê li bakurê rojhilatê Qeyrewanê ye bi temamî ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Wekî din ji bo gundên ser bi bajarokê Beacê ku li başûrê rojhilatê Qeyrewanê ne, operasyon tê meşandin.

    Li gorî ragihandinan gundê Elfîha yê li bakurê bajarokê Beacê û rêya navbera gundên Hatimiye û Koço yên li bakurê rojhilatê, hatiye kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Emê destê yên destdirêjiyê li hêzên Iraqî û Heşdî Şabî bikin jêkin
    'Heşdî Şabî li bajarên kurdan bicih dibe'
    Malîkî: Heşdî Şabî dibe ku biçe Sûriyê jî
    Li Tilefer Pêşmerge û Heşdî Şabî dijî DAIŞê li hev kir
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Heşdî Şabî û PKK divê beşdarî ti operasyonekê nebin
    Etîketan:
    , destpêkirin, operasyon, DAIŞ, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de