08:29 23 Çile 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    ‘Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dê bibe cîranekê baş'

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re dê bibe cîraneka baş.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansa bi navê "Herêma Kurdistanê li Hember Du Rêyan" ya li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê bû, k udu roj dewam bike. Barzanî eşkere kir ku serxwebûna Kurdistanê dê hemû aliyên kurd kom bike û armanca wan jî referandûma serxwebûna Kurdistanê ye.

    Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku teror gefeke navdewletî ye û herkesî li xwe digire û bal kişande ser wê yekê ku kurd li beramberî gefên terorê xweragir bûn.

    Barzanî behsa statûya Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku pêwîst e qonaxa bê, qonaxa binyadkirina neteweyî be.

    ‘HERÊMA KURDISTAN DÊ BI BEXDAYÊ RE BIBE CÎRANEKÊ BAŞ'

    Barzanî got: "Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re bibe cîraneka baş, dê ji peywendiya wekî di navbera kirêdar û xwedan xanî de baştir e. Peywendiyên niha ne ji bo Kurdistanê ne ji bo Bexdayê baş e. "Em nabêjin serxwebûn dê bibeçareseriyeke efsûnî ji bo hemû kêşeyan lê dê bibe destpêka rêyeke rast".

    Serokwzîr bal kişand li ser vê yekê jî ku ev firsenda niha ketiye destê kurdan ti caran çênebûne û got, rojên zehmet xilas dibin û divê hemû alî xwe ji qonaxa paştir e amade bike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Brîtanî: Em serxwebûna Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin
    Barzanî: Tu kes nikare peşiya serxwebûna Kurdistanê bigire
    Norman Paech: Pêşî li ber serxwebûna Kurdistanê vekiriye
    Nivîskarê îsraîlî: Dem dema serxwebûna Kurdistanê ye
    'Komîteya Serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar bûye'
    Etîketan:
    serxwebûn, cîran, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de