17:12 22 Çile 2018
Zindî
    Milîtanê muxalif ê sûriyeyî

    Nexşîbendî: Ji 500î 300 kurd hatiye kuştin

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 61

    Berpirsê têkiliyên derve yên Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Nexşîbendî ragihand ku ji 500 kurdên ku tevlî DAIŞê bûne 300 ji wan hatiye kuştin.

    Li gorî nûçeya Rudawê, berpirsê têkiliyan ê Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Nexşîbendî dibêjê heta niha ji Herêma Kurdistanê 500 kurd tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne.

    Merîwan Nexşîbendî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha dora 500 kurdî tevlî DAIŞê bûne û ji wan zêdetirî 300î hatiye kuştin. Derdora 150 kurdên nava rêxistina DAIŞê jî ya teslîm bûn an jî hatin girtin. Derheqê 25-30 kesî de jî agahiyên me tunene. Em nizanin li kur in û çi dikin. Hinek kesên ku bi hevser û zarokên xwe jî tevlî rêxistinê bûne hene û derheqê wan de jî agahiyên zelal di destê me de nînin."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê wezaretê ji sala 2015an pê ve kurd tevlî rêxistinê nebûne.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Ewqafê: ‘Rûberê Kurdistanê bi qasî 30 dewletî ye, çima serbixwe nebe?’
    Yawer: Kurdistan ber bi serxwebûnê ve gavan diavîne lewma yekbûna Pêşmerge pêwist e
    Dozgerê tirk: ‘Kurdistan tune ye û wê ti caran nebe jî'
    ‘Kurdistan û Fransa dê her dost bimînin'
    Neçîrvan Barzanî: Kurdistan ber bi qonaxeke nû ve diçe
    Etîketan:
    Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Berpirsê têkiliyên derve yên Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê, Merîwan Nexşîbendî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de