03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    êzidî-şingal-rizgarkirin-jinên êzidî

    Mamosteyên Êzidî: ‘Çarenivîsa êzidîyan û Kurdistanê yek e’

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Mamosteyên êzdî yên Zanîngeha Dihokê nêrînên xwe yên li ser referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê anîn ziman.

    DAIŞ
    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Li gor nûçeya kdp.infoyê mamosteyan diyar kir ku tekane garantîya ku karesat û nexweşî bi ser êzidiyan de dûbare nebin, çarenivîsa wan bi ya Kurdistanê re girêdayî ye.

    ‘DIVÊ ÊZIDÎ DI HEMÛ KARÊN DEWLETÊ DE BEŞDAR BIN'

    Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Elî Coqo got: "Referanduma Kurdistanê ji bo me Êzdiyan jî pir girîng e. Em wek miletê Kurd wek mezintirîn netewe li Rojhilata Navîn em bê dewlet in û divê em bigihin mafê xwe. Serxwebûn bê ragihandin dê êzidî jî beşek jê bin û dê bi asteke mezin tê de beşdar bin û dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê. Ji aliyekî din ve jî pêwîst e êzidî di hemû warên îdarî û leşkerî de di rêvebirina welat de beşdar bin."

    ‘SERXWEBÛN DÊ BIBE GARANTÎYA ÊZIDÎYAN'

    Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Faris Elyas Kutî jî nêrîna xwe ya li ser mijarê wiha anî ziman: "Pêwîst e paşeroja êzidiyan bê yekalîkirin û ji bo ku em zanibin dê çarenivîsa êzidiyan çi lê bê, pêwîst e referandum li navçeyên me jî bê kirin û nêrîna wan jî bê wergirtin. Piraniya êzidiyan çarenivîsa xwe bi ya Kurdistanê ve girê didin, ew jî tevî ku hinek alî hewl didin ku Şingalê ser bi Iraqê ve bihêlin. Niha dema baş e ji bo lidarxistina referandumê û em wek êzidî dibêjin ku serxwebûna Kurdistanê dê ji me re garantî be ji bo ku karesat û nexweşî bi ser me de dûbare nebin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya Almanyayê serdana Tirkiyê betal kir
    ‘DAIŞê berê xwe da çiyayan’
    Rûsya: Rojavayî tênagihin ku dijminê rastîn ne Rûsya ye, DAIŞ e
    Li Tirkiyê 2 akademîsyen hatin girtin
    Şervanên HSDê bendava Azadî dorpêç kirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de