15:12 25 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîr Barzanî li ser êrîşa Manchesterê peyam da

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi daxuyanîyekê êrîşa terorî ya li Mancehester Arena ya Brîtanyayê rû pêk hatibû bi tundî şermezar kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê re xwest.

Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Gelek bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku şeva borî konsêrteke hunerî li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê kire armanc, ku tê de hejmarek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, piştevan û hevxemê wan im, hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim."

'DUBAREBÛNA ÊRÎŞAN PÊDIVÎYÊ BI TÊKOŞÎNEKE BIHÊZTIR DIKE'

Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de diyar kir: "Dubarebûna bûyerên terorîstî li bajar û navçeyên cuda cuda yên cîhanê, tekezî li ser pêwîstiya bertekek bihêztir li dijî terorê û terorîstan û têkoşîneke berfirehtir li ser asta navdewletî bo nehîştina hizra tundrewiyê û terorê dike."

Serokwezîrê Kurd di dawîya peyama xwe de destnîşan kir: "Hêvîdarim ku careke din Brîtanya û cîhan jî tawanek bi vî awayî nebînin."

Bi heman mijarî:

Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan daye Talîbanê tine ne
Artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê: Em hatin qonaxa dawî
Finala Pêşbirka ‘Miss Çita 2017an' hat lidarxistin
Tirkiye bi lobîkarê berê yê Trump re li hev kir
Amerîka: Têkilî di navbera êrişa Manchesterê û DAIŞê de nehat dîtin
Hevseroka HDPê Kemalbay: Ji kongreya AKPê rewşa awarte derket
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de