15:29 23 Hezîran 2018
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Wezareta Pêşmerge hêza hewayî ava dike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Hat ragihandin ku di bin baskê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de hêza taybet a hewayî tê avakirin.

Li gorî nûçeya K24ê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hêza taybet a hewayî ava dike û dê hêzên Pêşmerge jî wekî hêza NATO ya Iraqê werin birêxistin. Hat ragihandin ku amadehiya projeyê qediyaye û ji bo erêkirinê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine û piştî erêkirinê dê proje têkeve meriyetê.

Di çarçoveya projeyê de wê hêzên Pêşmerge jî li gorî şert û mercên coxrafîk ên Kurdistanê û hêza NATO ya li Iraqê were birêxistin. Di çarçoveya vê xebatê de wê di bin baskê Wezareta Pêşmergeyan de hêza taybet a hewayî were avakirin û gelek helîkopteran jî didin wan.

Li gorî çavkaniyên herêmî proje bi tevlîbûn û piştgiriya Amerîka, Îngîltere û Almanyayê dimeşe. Tê gotin piştî erêkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê proje di meha tîrmehê de têkeve heyatê.

Bi heman mijarî:

Şanda Kurdistanê bi McCain re civîya
'Li Kurdistanê em toleransê nadin Heşdî Şebî'
Deriyê me ji petrola Kurdistanê re vekiriye
Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derîyekî din vedibe
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ber bi Urdinê ve kete rê
Etîketan:
Avakirina hêza hewayî, NATO, Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de