06:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerê amerîkî û YPG

    'DYA dê dest ji kurdan berde'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    219623

    Pisporê Rojhilata Navîn a çapemeniya ingilîzî, Robert Fiskî nivîsî ku hevalbendiya DYAyê bi kurdên Sûriyeyê re "teqez" dê bi dawî bibe. Fiskî got," giringiya Tirkiyeyê hertim dê zora daxwaza kurdan a dewletbûnê bibe."

    Li gorî gotara ku Gazete Duvarê wergerandiye, pisporê Rojhilata Navîn Robert Fiskî wiha gotiye, "DYA dê teqez dest ji kurdên sûriyeyî berde. Girngiya Tirkiyeyê hertim dê zora daxwaza kurdan a dewletbûnê bibe."

    "OPERASYONA REQAYÊ LI DIJî ÎRANÊ YE"

    Herwiha Fiskî îdîa kir ku DYA hewl dide li Rojhilata Navîn bi Îsraîlê re eniyeke sunî çêke û wiha dewam kir: Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku YPGê piraniya wê pêk tîne, bi operasyona Reqayê ji bo wê armancê pêk tê ku girêdana navbera Sûriye û Iraqê qut bikin."

    "PIŞTGIRIYA DYAYÊ, ALÎKARIYÊ DIKE KU SÛRIYE Û IRAQ PERÇE BIBIN"
    Ji aliyê din ve, Fiskî îdîa kir ku piraniya niştîcihên Qamişlo û Hesekê ne kurd in li gel ku kurd wan "herdû bajaran wek beşekî ji Kurdistanê dibînin" û wiha pê de çû: "Lewra ev piştgiriya DYAyê dê sultan Erdoganî û çend generalên pê re dilsoz aciz bike, ji ber alîkariyê dikin ku Sûriye û Iraq perçe bibe."

    "ÎXANET DÊ KURDAN WERE KIRIN"

    Fiskî nivîsa xwe wiha dewam kir: "Ev rewş dê dewam nake û dê neke jî. Tekane sedema wê, ne ew e ku kurd çêbûne daku îxanet li wan were- lê heta eger dînê peywirdar [Donald Trump] ji peywirê bê avêtin jî, amerîkî dê îxanetê li wan bikin. Wek çawa Kissingerî li himberî Sedamî îxanet li wan kir. Sedema vê ya sereke(serokê dînik hebe yan tine be)jî ew e ku giringiya Tirkiyeyê hertim dê zora daxwaza kurdan a dewletbûnê bibe… Di vê navberê de hûn dikarin dadwerî, mafên mirovan û nexweşiyan ji bîr bikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    Amerîka çekên antî-tank dide YPGê
    Asayîşa Hewlêrê: Me ti şervanên biyanî yên YPGê negirtiye
    'Şandina çekan ji YPGê re, dê têkiliyên Enqere û Washingtonê aloz bikin'
    Leşkerê Amerîkî yê ala YPGê dihejîne bû rojeva medya civakî
    Plana alîkariya çekên Amerîkayê bo YPGê çawa hat çêkirin?
    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    Etîketan:
    Robert Fisk, Sûriye, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de