01:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

    YNK: Bi yekgirtina me, rihê Newşîrwan Mistefa dê şad bibe

    © Foto: wikimedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1020

    Polîtboruya YNKê ji bo koça dawî ya Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand û tê de hevxemiya xwe li gel malbata wî nîşan da û banga yekgirtinê li Tevgera Goranê kir.

    Berdevkê fermî yê Tevgera Goranê, Şoriş Hacî di daxuyaniyekê de got, îro înê 19ê Gulanê Serokê Giştî yê Goranê Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê di mala xwe ya li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye.

    YNKê di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Di dawiyê de jî em dibêjin; zêdebarî ciyawaziyên navbera me, em baş dibînin ku çareseriya dawî ya navbera YNKê û Goranê, her weke ku çendîn caran me gotibû, bi yekgirtina me her du aliyan, mizgîniya gelê me be û bi wê yekgirtinê jî rihê kek Newşîrwan Mistefa jî weke hevrê yê dêrîn ê cenabê mam Celal û têkoşerekî damezrênerê YNKê û rola dîrokî di xebata dîrokî ya şoreşa nû de, şad be û hestê hevrê û hevxebatê Mam Celal jî asûde be. Bêguman endam û cemawerên me her du aliyan jî berhev dibin ji bo cîbicîkirina erkên din ên demokrasî û kurdatiyê, di herî pêş de jî, erkê referendum û di herî dawî de jî serxwebûna Kurdistanê jî.”

    Bi heman mijarî:

    HDPê peyameke sersaxiyê ji bo Newşîrwan Mistefa weşand
    Serokê Goranê Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da
    Newşîrwan Mistefa li ku ye?
    Ji Barzanî bo Newşîrwan Mistefa peyama sersaxiyê
    YNK: Newşîrwan Mistefa got, ez ê hemû rêkevtinan têk bibim!
    Barzanî bo Newşîrwan Mistefayî: Bibe serokê şandeya serxwebûnê
    Etîketan:
    Goran, YNK, Celal Talebanî, Newşîrwan Mistefa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de