06:27 30 Gulan 2017
Zindî
    Newşîrvan Mistefa

    Serokê Goranê Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2017/ SHWAN MOHAMMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15823

    Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Tevgera Goranê Newşîrvan Mistefa li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

    Newşîrwan Mistefa berî ku Tevgera Goranê ava bike yek ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.

    Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa sala 1944an li taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik biye û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê qedandiye. Sala 1967an li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

    Mistefa di destpêka salên 1960î de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di nava Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964 de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê û sala 1967an bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtburoyê.

    Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Referandûm karê parlementoyê ye, pêdivî bi civînên partiyan tine
    Tevgera Goran: Em li dijî wî şerî ne ku kurd hevdu dikujin
    PDK li Parlamentoya Kurdistanê çû serdana Goran, YNK û Yekgirtûyê
    Qeyûmê Êlihê biryara xerakirina 23 goran da
    Komele: Goran û Komele ji proseya siyasî tên dûrxistin
    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    Etîketan:
    Serokê Tevgera Goranê, YNK, Newşîrwan Mistefa, Silêmaniyê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de