01:18 14 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    YNK: Bersiva PDKê ya nexşerêyê gihîşt destê me

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) da xuyakirin ku bersiva Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li ser nexşerêyê gihîştiye ber destê wan.

    Li gor nûçeya Rûdawê YNKê piştî civîna 17ê Gulanê ya polîtburoya partîyê daxuyaniyek hat belav kir ku tê de hat gotin: "Bersiva PDKê ya derbarê nexşerêya YNKê gihîşte polîtburoya me û biryar hat dayîn, ku di civîna dahatu ya polîtburoyê de, gotûbêj û nirxandin li ser were kirin."

    Piştî civîna bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, polîtburoya partîyê civîna xwe ya asayî li Silêmaniyê li dar xist.

    Hat ragihandin ku di civînê de li ser 5 xalan gotûbêj hatiye kirin.

    DÊ DAXUYANÎYÊN KU ZIYANÊ DIDIN WERIN LÊKOLÎNKIRIN

    Di daxuyanîya piştî civînê de daxuyanîyên parlamentar û rayedarên YNKê yên ziyanê didin jî hatin bibîrxistin û hat gotin ku ji bo lêkolînê Cîgirê Sekreterê Giştî, Desteya Kargerî û Hêro Îbrahîm Ehmed hatine erkdarkirin.

    Di daxuyanîya YNKê de tohmet û daxuyanîyên hin parlamentaran ên dijî herêma Kurdistanê wek derew hatin nirxandin û wiha hat gotin: "Biryar hatiye dayîn ku nivîseke fermî ji partiyên wan re were şandin, ji bo zelalkirina helwestên wan ên li ser wan tohmet û gotegotan û li dadgehê jî ew dosya were yekalîkirin."

    Herwiha di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku dê civîna dahatû li 20ê Gulanê were li darxistin.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    'Şansê şirketen Rûsî ji yên amerikî bêtir e'
    YPJê dîmenên balkêş ên zarokên Tebqayê weşandin
    Li Dêrsimê şer: Endamekî PKKê jiyana xwe ji dest da
    Axaftina nepen ya Lavrov bi Trump re
    Li ser cîhana sanal fûara pirtûkên kurdî
    The Guradian: Erdogan destvala ji DYAyê vegeriya
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de