09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Qubad Talebanî

    Talebanî: Li seranserê Kurdistanê me şoreş da destpêkirin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Kurê Serokê YNKê Mam Celal Talebanî û Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku hikûmeta Kurdistanê li her qadê dest bi şoreşa reforman kiriye.

    Talebanî tevlî bernameya ‘Ez ji pirtûkan pir hez dikim' de axivî û li ser reformên ku hikûmetê dane destpêkirin agahî dan û got: "Me bi sîstema biyometrîk kesên ku du mûçeyan werdigirtin û herwiha kesên ku bi rêya neyasayî mûçe distandin sekinand."

    Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku ew hewl didin gumanên li ser hatiniyên xaz û petrolê kêm bikin. Li Wezareta Pêşmerge, Wazerata Perwerdehî, Wezareta Perwerdeya Bilind, Wezareta Enerjiyê û li ser sîstema xanenişîniyê reform pêk anîne. Hikûmetê li qadên cûr bi cûr reformên berfireh dane destpêkirin û ev reform berdewam in.

    Ji aliyê din ve Berpirsê Fermangeha Teknolojî û Zanyarî yê Encumena Wezîran Hîwa Efendî got: "Di dema tomarkirina navê mûçexuran de hinek rewşên gendeliyê eşkere bûn. Derket holê ku hinek fermanber ji 5 cihên cuda mûçe wergirtine. Biryar e piştî temambûna tomara navan a di sîstema biyometrîk de navê hemû karmend û mûçexurên ku gendeliyê dikin bêne eşkerekirin."

    Bi heman mijarî:

    Dozgerê tirk: ‘Kurdistan tune ye û wê ti caran nebe jî'
    Neçîrvan Barzanî: Kurdistan ber bi qonaxeke nû ve diçe
    ‘Bi serxwebûnê, Kurdistan dê bibe aktorek giring li cîhanê'
    Kurdistan: Divê Iraq qurbaniyên Qeladizê qerebû bike
    Sputnik Kurdistan bi tîpên erebî dest bi weşanê kir
    Etîketan:
    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de