23:10 19 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Şandeya PDK û YNKê serdana Bexdayê kir

© AP Photo / Karim Kadim
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 50

Şandeyeke ji nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) pêk dihat serdana Bexdayê kir.

Li gor nûçeya K24ê şandeya ku ji Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî pêk dihat, roja duşemê serdaneke bernameya wê nehatibû eşkerekirin li Bexdayê kirine.

Hat ragihandin ku Mîranî û Muftî di wê serdanê de, bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî, Serokê Parlamenê Selîm Cîburî û alîkarê wî Aram Şêx Mihemed û hin rayedarên din re civîya ne.

Li gor nûçeyê di civînê de, mijarên referandûma serxwebûnê, pirsa Kerkûkê û hilbijartinên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê jî têne kirin hatine gotûbêjkirin.

Herwiha hat ragihandin ku şandeya PDK û YNKê li ser berdewama dîyalogê bi Bexdayê re bi rayedarên hikûmeta Iraqê re li hev kiriye.

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
Koşka Spî: Trump daneyên gefên ser DYA û Rûsyayê bi Lavrov re parve kir
Serokomarîya Tirkiyê li ser hevdîtina ‘Trump-Erdogan’ daxuyanî da
Li Hewlêrê yekî birayê xwe kuşt
Perînçek: Divîyabû Erdogan berî biçe Amerîkayê Încîrlik bigirta
Etîketan:
Serdana Bexdayê, YNK, PDK, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de