22:02 11 Kanûn 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    ‘Rêya Şingalê hat kontrolkirin û 15 milîtan hatin kuştin'

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Li gorî çavkaniyên herêmî rêxistina Heşdî Şebî rêya Şingal û Qeyrewanê kontrol kirine û di pevçûnan de jî 15 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

    Ofîsa Çapemenî ya Şer a Heşdî Şebî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên wan bi piştgiriya balafirên şer bi çar aliyan ve dest bi operasyona kontrolkirina nahyeya Qeyrewanê kirine û di dema kontrolkirina gundê Ebulhaf de zêdetrî 15 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê jî hatine kuştin.

    Li gorî zanyariyan di çend seetên dawî de jî gundên Mukêbir, Um Hîcare, Ebd û Xinêsê yên li başûrê rojhilata bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine û li aliyê bakûr jî hêzên wan bi arasteya gundê Heyat ve pêşveçûne û di operasyonê de 40 malbat ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    Heşdî Şebî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku gundê Buse yê li başûrê Qeyrewan dorpêç kirine û di çend seetên pêş de wê êrîşî ser wî gundî bikin. Berpirsê Nivîsîngeha Çapemeniyê Bedir Hacî Cewdet eşkere kir ku hêzên wan rêya di navbera Şingal û Qeyrewanê de kontrol kirine û tenê 3 kîlometro maye bigihin nahyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
    Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
    DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Şingal û Rojava bombebaran kirin
    Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ofîsa Çapemenî ya Şer a Heşdî Şebî, Bedir Hacî Cewdet, Şingal, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de