22:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    xrîstiyan-ortadoks

    ‘Mesihî ji tirsa çekdarên Heşdî Şebî nikarin vegerin cihê xwe'

    © REUTERS/ Stefanos Rapanis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Li gorî daxuyaniya parlamentera mesihî, penaberên mesihî ên li ser sînorê parêzgeha Mûsilê ji tirsa çekdarên Heşdî Şebî re newêrin vegerin cihê xwe.

    Wahîde Yaqo Hurmiz ku di Parlamentoya Kurdistanê de yek ji parlamentera mesihiyan e di axaftina xwe ya malpera fermi ya PDKê de ragihand ku biryare mesîhî rapirsiyekê pêkbînin ku biryara derbarê vegera ser Herêma Kurdistanê yan jî li ser Iraqê bimînin bidin.

    Parlamentera mesihî Wehîde Yaqo Hurmiz amaje bi vê yekê jî kir ku piraniya mesîhiyên deşta Mûsilê dixwazin navçeyên wan vegerin ser Hewlêrê û beşdariya referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin, ji ber ew jî beşekin ji gelê Kurdistanê.

    Hurmiz di dirêjiya axaftina xwe de ragiahnd ku ew navçeyên deşta Nînowa, ku hêzên Pêşmerge rizgar kirine hatine avakirin û xelkê wan deveran vegeriyane, lê di wan navçeyên de milîsên Heşdî Şebî têdene, mesîhî nikarin vegerin ji ber ku tirsa wan ji Heşdî Şebî heye.

    Bi heman mijarî:

    Hêza Pêşmergeyên xrîstiyan ji bo şer amade ne
    Xrîstiyanên Kurdistanê navenda dêra rojhilat a aşûrî birin Hewlêrê
    Mesihiyên mûsilî: "DAIŞ, xristiyan di dêran de bi zindî dişewitandin"
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Parlamentera êzîdî: Li Dihokê êzîdiyan dikin mesîhî
    Etîketan:
    Heşdî Şebî, PDK, Parlamentera mesihî ya Kurdistanê, Wahîde Yaqo Hurmiz, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de