00:45 19 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge- Mûsil - operasyon - pêşmergeyên kal

    Pêşmergeyên birîndar ji bo tedawîyê çûn Belçîkayê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 60

    Hejmarek pêşmergeyên birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Belçîkayê hatin veguhestin.

    Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li parlamentoya Yekîtîya Ewropayê (YE) Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand, yekem karwanê Pêşmergeyên birîndar gehîştiye bajarê Bruksela paytexta Belçîkayê.

    Li gor nûçeya kdp.infoyê Dilawer Xalid Ajgeyî eşkere kir ku yekem emeliyat bo Pêşmergeyê bi navê Rezwan Xidir hatiye kirin û van rojan emeliyat ji bo Pêşmergeyê bi navê Zaîd Mihemed tê kirin.

    Hat zanîn, di demek nêzîk de pêşmergeyên ku li Herêma Kurdistanê kontrolên wan pêk hatine û navê wan bo derketina derve hatiye nivîsandin ji bo tedawîyê dê biçin Brukselê û xercên tedawîya wan pêşmergeyan jî Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî girtiye ser xwe.

     

    Bi heman mijarî:

    Sîmonyan: Li Amerîkayê ji wêneyên 'rûsan' tirsiyan
    Li Erzeromê erdhejeke bi pileya 4.9an çêbû
    Artêşa Sûriyeyê êriş li dijî DAIŞê li Dêra Zorê da destpêkirin
    Sedema hildana ala Rûsyayê li Efrînê diyar bû
    Rûsya: Dubendiyên Rojavayîyan hewlên têkoşîna terorê têk dibin
    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike
    Etîketan:
    Belçîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de