02:20 26 Sibat 2018
Zindî
    Serkirdeyê PDKê Elî Ewnî

    Elî Ewnî: Dibe ku em serxwebûnê wekî Qazî Muhammed ragihînin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 80

    Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî diyar kir ku dibe ew rêbaza Qazî Mihmed pêk bînin.

    Li gorî daxuyaniya Elî Ewnî ya li ser malpera PDKê de destnîşan kir ku ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê pêdivî bi referandûmê tune ye û dibe ku ew di rêya Qazî Mihemed de herin.

    Ewnî amaje kir ku dema ku Qazî Mihemed serxwebûna Komara Kurdistanê ragihand referandûm li dar nexist got wan biryara lezandina xebatên referandûmê û gotûbêjên bo ‘yekdengiya' hemû partiyan din dane.

    ‘DIBE KU EM JÎ WEKÎ QAZÎ MIHEMED  BIKIN'

    Ji bo kesên ku li dijî serxwebûna Kurdistanê radibin jî Ewnî amaje kir ku dîrok wê ti caran wan kesan efû neke û got: "Qazî Mihemed beriya ragihandina Komara Kurdistanê referandûm li dar nexist. Derket ser kevirekî û serxwebûnê ragihand. Divê em ji wisa bikin û demildest serxwebûna xwe ragihînin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Brîtanî: Em serxwebûna Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin
    Barzanî: Tu kes nikare peşiya serxwebûna Kurdistanê bigire
    Norman Paech: Pêşî li ber serxwebûna Kurdistanê vekiriye
    'Komîteya Serxwebûna Herêma Kurdistanê diyar bûye'
    Etîketan:
    qazî mihemed, ragihandin, serxwebûn, elî ewnî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de