14:40 18 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

'Pêşmerge amadeye ku biçe Hewîceyê'

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Berpirsek Pêşmergeyan li ser rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞê axivî û diyar kir ku Pêşmerge amade ye ku biçe Hewîceyê.

Berpirsê Cebheya Giwêr û Mexmûrê yê Hêza Pêşmerge General Sîrwan Barzanî derbarê operasyona Hewîceyê de hin daxuyanî da AAyê diyar kir ku hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina navçeya Hewîceyê amade ne.

Sirwan Barzanî derheqê rewşa Giwêr û Mexmûrê de destnîşan kir ku DAIŞ li sînorê Giwêr û Mexmûrê bi 51 kîlometreyî hevsînorê wan e û ji bo dûrxistina DAIŞ ji vî sînorî Pêşmerge bi her awayî amade ye.

Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de diyar dike ku Pêşmerge ji bo qezaya Hewîceyê ji destê terorîstên DAIŞê were rizgarkirin bi her awayî amade ye lê ji ber ku artêşa iraqê ne amade ye ew li benda amadebûna artêşê ne. Lewra artêş niha bi operasyona Mûsilê re mijûl e.

Bi heman mijarî:

Berî Mûsilê, Hewîce dê ji DAIŞê were rizgarkirin
DAIŞê li Hewîce ji malbatekê 4 kesan darvekir
HEWÎCE - 40 ereb ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
Barzanî derheqê operasyona Hewîce de daxuyanîk da!
Barzanî derbarê operasyona Hewîce de agahî da
Etîketan:
pêşmerge, hewîce
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de