06:12 22 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

    Mele Bextiyar: Hikûmeta Iraqê nikare li pêşiya referandûmê bibe asteng

    © Foto: wikimedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 30

    Mele Bextiyar Sekreterê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê, li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê beşdarî paneleke li ser mijara "Li deverên nakokî pêkanîna referandumê" bû. Bextiyar got:"Hikûmeta Iraqê nikare pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê asteng bike."

    Mele Bextiyar Endamê Polîtbûroya YNKê di panelê de destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê îdia dike ku destûra Iraqê îzin nade referandum were pêkanîn û wiha got: "Iraq xwe wisa dide nasandin ku dergûşa şaristaniyê ye. Em nabêjin bibe dergûşa şaristaniyê. Qet nebe bibe dewleteke maqûl be û qebûl bike ku em nêrîna neteweya xwe bibînin. Bi kîjan mafî hikûmeta Iraqê dêvla me biryar dide?"

    'DIVIYA DEVERÊN NAKOK JÎ BI SER KURDISTANÊ VE BÛNA'

    Bextiyar da zanîn referendum mijareke netewî ye û pêwendiya wê bi pêvajoya demokrasiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ev mafê mirovan û civakê ye. Madem destûra Iraqê li ser bingeha demokrasiyê hatiye avakirin, emê jî ji vêya sûdê werbigrin û bi awayekî ku xizmeta pêvajoya demokrasiyê bikin, li gor çarçoveya destûrê, emê referandumê pêk bînin. Deverên nakokî, di serî de jî Kerkûk, Şingal û Xaneqîn diviya beriya niha bi rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bihata girêdan. Emê dawiya dawî li ser rêya ku em jê bawer dikin bimeşin û stratejiya demokrasiyê pêk bînin. Ev stratejî ew e ku em peywira demokrasiyê bi cih bînin û benda 140emîn bisepînin. Benda ku di destûra Iraqê de dibêje pêwîst e referandum were pêkanîn, divê li gor berjewendiyên neteweya me û li gor pêvajoya demokrasiyê be."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Dozgerê tirk: ‘Kurdistan tune ye û wê ti caran nebe jî'
    ‘Kurdistan û Fransa dê her dost bimînin'
    Neçîrvan Barzanî: Kurdistan ber bi qonaxeke nû ve diçe
    'Divê êdî hevdîtinên Kurdistan û Iraqê dest pê bikin'
    ‘Bi serxwebûnê, Kurdistan dê bibe aktorek giring li cîhanê'
    Kurdistan: Divê Iraq qurbaniyên Qeladizê qerebû bike
    Sputnik Kurdistan bi tîpên erebî dest bi weşanê kir
    Etîketan:
    Mele Baxtiyar, İraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de