08:33 25 Mijdar 2017
Zindî
    Neçirvan Barzanî bi nûnerên mesihiyan re

    Neçîrvan Barzanî bi nûnerên Mesihiyan re civiya

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 2130

    Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Paytax Hewlêrê, pêşwazî li patiryak mar Gorgîs Silîwe, Serokê Dêra Rojhilata Aşûrî li Kurdistan û Îraqê û şandeya pê re ku, ji metran û qeşeyên welatên Kanada, Amerîka, Ewropa, Suriye, Îran û Hewlêrê pêk hatibû kir.

    Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna qeşeyê nû yê Dêra Rojhilata Aşûrî metran mar Apris kir û hêvî kir ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be. Serokwezîr rêz û hûrmetê ji mesihiyan pêşkeş kirin, ji bo ku tevî rewşa dijwar, dêra xwe ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê vegerand û sipasiya patiryak û dêra Kasolîkî kir ku bawerî bi Herêm û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.

    'BILA KOÇBERÊN MESÎHÎ VEGERIN SER AXA XWE'

    Di civînekê de rewşa mesîhîyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa peyrewanên Dêra Rojhilata Aşûrî hate behiskirin û di vê çarçoveyê de, patiryak mar Gorgîs behsa rewşa mesîhîyên li bajarên Îraq û li Herêma Kurdistanê û kar û erkên dêra xwe kir, sipasiya hevkarî û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê, kir. Mar Gorgîs xwest ku rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, piştî nemana terorîstên DAÎŞê, ber bi aramî û pêşkeftinê biçe û koçber û penaber bo ser mal û milkê xwe vegerin û peyrewanên dêra wan jî li hemû deveran, bi taybetî li Deşta Neynewayê bi aramî û azadî merasimên xwe yên olî pîroz bikin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Neçîrvan Barzanî: Kurdistan ber bi qonaxeke nû ve diçe
    Mijara hevdîtina Neçîrvan Barzanî û Erdoganî hat ragihandin
    Neçîrvan Barzanî: Mijara DAIŞê mijareke siyasî ye bi şer naqede
    Neçîrvan Barzanî: Bilindkirina Alaya Kurdistanê dê pêkvejiyanê bihêztir bike
    Neçîrvan Barzanî: Gava dijminên me hatin dêr jî têk birin mizgeft jî
    Etîketan:
    Neçirvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de