16:33 27 Gulan 2018
Kerkûk

Necmedîn Kerîm: Armanca êrîşa Kerkûkê Amerîkî bûn

Sputnik
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm piştî êrîşa DAIŞê ya ser bajarê Kerkûkê bangewaziya alîkariyê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

Necmedîn Kerîm piştî êrîşa 7ê Gulanê ya ser Kerkûkê serdana Serbazgeha Kerkûkê kir û li wir bi daxuyaniyeke rojnamevanî bangewazî li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku alîkariyên zêdetir bidin hêzên pêşmerge.

'ARMANCA ÊRÎŞÊ AMERÎKÎ BÛN'

Necmedîn Kerîm ji rojnamevanan re da xuyakirin, armanca êrîşa DAIŞê ne tenê hêzên pêşmerge, dibe ku hêzên Amerîkayê yên li Serbazgeha K-1 bûn.

Kerîm got: "Beşek ji vê operasyona ku terorîstan pêk anî, armanca wê Amerîkî bûn. Ew bi xwe jî dizanin û DAIŞê jî ragihandiye. Ji ber wê yekê jî heta ku zêdetir alîkariya Pêşmerge were kirin, xizmeta hemû cîhanê tê kirin."

'HERÎ ZÊDE ÊRÎŞ TÊN SER KEKRKÛKÊ'

Parêzgarê Kerkûkê bal kişand ser ku ev du sal in DAIŞ herî zêde êrîşan tîne ser bajarê Kerkûkê ku bi dewlemendiya xwe ya petrol, gaz, elektrîk û avê tê zanîn.

Kerîm herwiha diyar kir, bi saya Hêzên Pêşmerge Kerkûk tê parastin ku pêşmerge kariye DAIŞê ji bajêr dûr bixe û aramiyê bîne.

 

 

Bi heman mijarî:

Baxçeya gorên 4 hezar salî li Misrê hat dîtin
Mattis: Şeytan di hurgiliyan de veşartî ye
DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
Ji bo parlamentara HDPê Konca biryara girtinê
Keçekê ji Einstein û Hawking zîrektir li Brîtanyayê hat dîtin
Tirkiye dîwar li ser sînorê xwe Îranê lêdike
Barzanî pîrozî li Macron kir
Etîketan:
Kerkûk, Herêma Kurdistanê, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de