22:19 26 Gulan 2018
ypş-pkk-şingal

Îdîaya:‘PKK li Şingalê tunelan dikole'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Pêşmergeyên li Şingalê Xelîl Şivan îdîa kir ku PKK li Şingala ku di sala 2015an de ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, ji bo xwe ji êrişan biparêze tunelan dikole.

Hikmet Durgun

Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên  Pêşmergeyên li Şingalê Xelîl Şivan îdîa kir ku PKK li Şingala ku di sala 2015an de ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, ji bo xwe ji êrişan biparêze tunelan dikole. Şivan got:"Milîtanên PKKê ji ber ku ji êrîşên Tirkiyeyê xwe biparêz e li Şengalê 5 tûnelan çêkirine û niha di wan tûnelan de dimînin. Hat ber guhê me jî dê Tirkiye êrîşên nû bike lê em nikarin tişteke aşkere bibêjin."

Meha borî Tirkiye li dijî hêzên YBŞ yên li çiyayên Şingal û hêzên YPGê yên li Qereçoxê êrişên hewayî pêk anî bû. Tê îdiakirin piştî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Çiyayê Şingalê û gundên derdora wê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ji bo karibe xwe ji êrişên hewayî biparêze li herêmê tunelan dikole.

Tê gotin ku endamên PKKê li herêmên Kersî, Barî û Serdeştê yên derdora çiyayî Şingalê dest bi kolandina tunelan kiriye. Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên  Pêşmergeyan yê li Şingalê Xelîl Şivan di axaftina xwe ya Sputnikê de got endamên YBŞê ji  bo ku karibin xwe ji ber êrişên hewayê yên Tirkiyeyê biparêzên li Şingal û derdora wê 5 tunel kolane û niha xwe li wê derê vedişêrin.

Bi heman mijarî:

Li Şingalê bi destûra fermî ya Iraqê partiyek hat avakirin
Parlamentoya Ewropayê: Xelkê Şingalê bûne qûrbaniyên rikberiyên hemû aliyan
Daxuyaniya Erdogan bo Şingalê: Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin
Parlamentera HDPê ji bo Şingalê banga avakirina şandeyên netewî û navnetewî kir
CHP bo êrişa Şingalê: Pêngaveke derengmayî û erênî ye
Etîketan:
ybş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de