22:25 26 Gulan 2018
Ala Kurdistanê

‘Şêwirmendê Barzanî: Referandûm wê li Kerkûkê jî bê lidarxistin'

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 31

Li gorî agahiyên ku rojnameya The Timesê spartiye rayedarên payebilind yên li herêmê, referanduma serxwebûnê dê di demsala payîzî de bê lidarxistin

Rojnameya brîtanî The Times di nûçeya xwe ya spartiye rayedarên payebilind yên li herêmê diyar dike ku referandûma serxwebûnê dê di demsala payîzî de bê lidarxistin. Li gorî agahiyên Nûnerê Serokê herêma Kurdistanê Hemîn Hewramî referandûm wê li Kerkûkê jî bê lidarxistin.

Hoşyar Zebarî di beyanata xwe ya rojnameyê de dibêje wan ‘hêviya xwe ji pêşeroja Iraqê qût kirine' ji ber vê yekê piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê dê referandûmê li dar bixin.

‘HEVDÎTINÊN BI DYA Û BRÎTANYAYÊ BERDEWAM DIKIN'

Hawramî, di beyanata xwe ya di rojnameyê de diyar dike ku  Barzanî û alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence ‘bi awayekî cîdî nîqaşan' dikin. Herwiha ligel Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê jî hevdîtinan li dar dixînin.

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Barzanî dema referandûma serxwebûnê eşkere kir
‘Bi serxwebûnê, Kurdistan dê bibe aktorek giring li cîhanê'
PDK: Referandûma serxwebûnê li Kerkûkê jî tê kirin
PDK û YNK: Divê Parlemento di xizmeta referandûm û serxwebûnê de be
Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin
Etîketan:
serxwbûn, payebilind, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de