12:37 25 Îlon 2017
Zindî
    Civîna Pisporên Leşkerî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser avakirina hêza Pêşmerge

    Bi şêwra 3 dewletan hêza profesyonel a Pêşmerge tê avakirin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê / cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11241

    Bi şêwra pisporên leşkerî yên dewletên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê hêzeke profesyonel a leşkerî ya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê tê avakirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 7ê Gulanê bi tîmeke pispor û şarezayên leşkerî yên ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê re, civînek li ser bihêzkirina Hêza Pêşmerge û avakirina hêzeke profesyonel a Pêşmerge civînek saz kir.

    Di civîna ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge û berpirs û fermandarên Wezareta Pêşmerge tê de amade bûn, rapora avakarina hêza profesyonel a Pêşmerge hat pêşkeşkirin.

    Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku rapora şareza û pisporên serbazî yên her 3 dewletan ji 35 xalan pêk tê.

    SEROKWEZÎR BARZANÎ SPASÎ LI HEVPEYMANAN KIR

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî ji bo hevkarî û alîkaiyên berdewam yên welatên hevpeymanan kir û got, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember gefên terorîstan û DAIŞê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike.

    Barzanî diyar kir ku ew dê projeyên şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê di civîneke civata wezîran de bike mijara gotûbêjan daku piştre bê pesendkirin.

    'DÊ FERMANÊ SEROK BARZANÎ BIDE'

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî ku proje li Civata Wezîran hat pesendkirin, dê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re were şandin û fermana pêwîst li ser were dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan serdana Kuweytê dike
    Belçîkayê ji bo cezayê îdamê hişyarî da Tirkiyê
    Encamên hilbijartinên serokomariya Fransayê: Macron li pêş e
    Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
    Berpirsê DAIŞê 'Xalid Bin Welîd' hat kuştin
    Li Afganîstanê 27 DAIŞî hatin kuştin
    Polîsan desmala kesk û sor û zer şewitand û 2 kes jî binçav kir
    Etîketan:
    Avakirina Hêza Pêşmerge ya Profesyonel, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de