21:13 26 Îlon 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7010

    Li gorî daxuyaniya berpirsekî Wezareta Pêşmerge, Kanada û Amerîka heta demeke nêzîk wê alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re bişîne.

    Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê hemahengî û pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Hejmar Omer ragihand ku me bi Kanadayê re rêkeftinek ji bo alîkariyên serbazî îmze kiribû. Li gorî rêkeftinê di demek nêzîk de Kanada dê tevahiya pêdivêyên serbazî yên tabûrek Pêşmerge radestî Wezareta Pêşmerge bike.

    Berpirsê Pêşmerge Hejmar Omer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha dê 200 milyon dolar jî ji aliyê Amerîkayê ve were dayîn. Par Amerîka 2 milyar û 700 milyon dolar deyn dabû Iraqê, 200 milyon dolar ji wî pereyî dê bo Pêşmerge bê dayîn."

    Omer da zanîn ku lijneyek hevbeş ji Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeyman hatiye pêkanîn ji bo rêxistinbûyîna hêzên Pêşmerge. Heta niha wê lijneyê gelek civîn li dar xistine. Herî dawî lijneya han bi encumena wezîran re civiya. Di wê civînê de hat xwestin ku hêza hewayî ya Pêşmerge were avakirin û firoke û helîkopter jî bên dabînkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporên alman hêzên Pêşmerge fêrî çekên giran dikin
    3 Pêşmerge li Tirkiyeyê tên dermankirin
    Li navçeya Dûbîz a Kerkûkê du mayîn bi Hêzên Pêşmerge de teqiyan
    Wezareta Pêşmerge: Gelek caran ji PKKê hatiye xwestin ku Şengalê vala bike
    Di bombebarana balafirên Tirkiyeyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn
    Barzanî: Pêşmerge ne milkê ti partiyekê ye
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hejmar Omer, Amerîkayê, Kanada, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de