17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil Operasyon

    Milîtanên DAIŞê bi bombeyên xwekujî êrişî Kerkûkê kirin: 7 kuştî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11810

    Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên DAIŞê berê sibehê çek û êlekên xwekujî êrişî serbezgeha Keywan a Hêzên Pêşmerge kirin. 5 DAIŞî hatin kuştin û 2 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin, li eniya başûrê rojavayê Kerkûkê grûbek milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî Serbazgeha Keywan a Hêzên Pêşmerge kirin. Diêrişê de 3 milîtan hatine kuştin û 2 çekdaran jî xwe teqandin. Di dema pevçûnan de 2 Pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî nûçeya Rudawê ku dispêre Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê Hîwa Ebdullah, seet 02.45an berê sibê zû 5 milîtanên DAIŞê xwestine bi dizî bikin nav Serbazgeha Keywanê. Di dema êrişê de milîtanekî terorîst xwe di derî de diteqîne, di encam de pêşmergeyê zêrevan jiyana xwe ji dest dide. Paşî pêşmerge li wan vegeriyan û 3 terorîst kuştin. Di dema pevçûnan de terorîstekî din jî hate kuştin. Êriş hate têk birin. Lê di encama pevçûnê de 2 pêşmerge jî jiyana xwe ji dest dan.

    Gundên derdora Serbazgeha Keywanê ereb in. Lewma tê lêkolînkirin ka ev çekdar ji wan gundan hatine yan ji Hewîce ve hatine. Milîtanên ku êriş kirine cilên pêşmerge li xwe kirine û rihê xwe jî qusandine.

    Bi heman mijarî:

    Pisporên alman hêzên Pêşmerge fêrî çekên giran dikin
    3 Pêşmerge li Tirkiyeyê tên dermankirin
    Li navçeya Dûbîz a Kerkûkê du mayîn bi Hêzên Pêşmerge de teqiyan
    Wezareta Pêşmerge: Gelek caran ji PKKê hatiye xwestin ku Şengalê vala bike
    Di bombebarana balafirên Tirkiyeyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hîwa Ebdullah, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de