11:56 27 Nîsan 2018
    drapeau du Kurdistan

    'Li Herêma Kurdistanê Referandum û hilbijartinên giştî dê bi hev re bên çêkirin'

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20

    PDK û YNK li ser vê yekê li hev kirine ku referanduma Serxwebûna Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoyê dê bi hev re bêne çêkirin.

    Li gorî agahiyên ku di medya nêzîk Herêma Kurdistanê de hatiye weşandin piştî hevdîtinên PDK û YNKê herdû aliyan lihev kiriye ku dê referandûma Serxwebûnê û hilbijartina bo parlamentoyê bi hev re bêne çêkirin. Basnewsê nûçeya xwe spartiye Serokê Komîsyona Hilbijartinan û Referandûmê Hendirîn Mihemed û di nûçeya xwe de cih daye van agahiyan ku YNK û PDKê amaje bi wê yekê jî kirine ku eger hilbijartinên parlamentoyê hatin paşxistin jî divê referandum were encamdan.

    Her wiha YNK û PDKê li ser wê yekê jî li gihiştiye encamekê ku divê referandum li hemû deverên Herêma Kurdistanê û li derveyî Herêma Kurdistanê jî bê birêvebirin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    Etîketan:
    pdk, PDK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de