10:33 18 Hezîran 2018
Hewlêr - Kurdistan

Wezîrê Parastinê yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Îrfan el Heyalî û Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê Enwer Hemedemîn kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê serokatiyê hatiye dayîn, Barzanî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Îrfan el Heyalî û Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê Enwer Hemedemîn li Pîrmamê hatine ba hev.

Fermandar Hemedemîn derbarê rewşa dawî ya operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê Barzanî agahdar kir.

Herwiha di hevdîtinê de rewşa herêmê, pêşeroja Mûsilê hatine nirxandin û tekezî liser tekoşîna li dijî terorê û giringiya rizgarkirina herêmên di destê DAIŞê de hatiye kirin.

Bi heman mijarî:

Li Mûsilê êrîşa kîmyewî
Taxake din ê Mûsilê hat rizgarkirin
‘Alîkarê herî nêz ê Bexdadî li Mûsilê hat kuştin’
Li Mûsilê fermandarekî DAIŞê yê ‘rûs' hate kuştin
Etîketan:
wezîrê beravaniyê, serdan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de