08:41 21 Sibat 2018
Zindî
    êzidî-şingal-rizgarkirin-jinên êzidî

    36 kurdên êzidî ji DAIŞê hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50

    Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ragihand ku 36 kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

    Xeyrî Bozanî diyar kir ku Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya girêdayî Herêma Kurdistanê, bi alîkariya hêzên ewlekariya Duhokê karîne 36 kurdên êzidî rizagar bikin.

    Xeyrî Bozanî da xuyakirin ku ev kes ji Sûriyê hatine rizgarkirin û gihandine Herêma Kurdistanê.

    Bozanî da zanîn ku ji wan 27 zarok in, hemû jî xelkê Şingalê ne, ku di sala 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

    Rêveberê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê got: "Kesên hatine rizgarkirin roja Înê 28-04-2017, gihiştine Herêma Kurdistanê û niha di bin çavdêriyê de ne, çareseriya derûnî û pizîşkî ji wan re tê kirin."

    Hêjayê gotinê ye, ku di Tebaxa sala 2014ê de terorîstên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin û zêdetirî 5 hezar kurdên êzidî revandin.

    Bi heman mijarî:

    'Aşûrî, Keldanî, Kakayî, Êzidî û Medaîyan piştgirî da referandûma serxwebûnê'
    5 zarok û du jinên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    4 jin û 5 zarokên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Fermandarekî Pêşmerge: Bi sedan şervanên êzidî tev li Pêşmergeyan bûn
    Etîketan:
    DAIŞ, êzidî, kurd, Xeyrî Bozanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de