21:56 25 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    PDK û YNKê biryarên civîna dualî ragihandin

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2231

    Partiya Niştîmaniya Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî civîna îro (23.04.2017) ya bi seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

    Di daxuyaniyê de behsa babetên rojeva civînê yên li ser çareserkirina arîşeyên siyasî û aborî, hewlên ji bo aramkirina aloziyên têkildarî biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Bexdayê re hatin bibîrxistin û li ser referandûma serxwebûnê wiha hat gotin:

    JI BO REFERANDÛMÊ KOMÎTEYA TAYBET Û YEKRÊZIYA NIŞTÎMANÎ

    "Her du aliyan tekezî li ser encamên civînên berê û ewlewiyetên ku li ser wan rêkeftin e kirin. Bi taybet jî li ser pêkanîna komîteya taybet ji bo prosesa referandumê û destnîşankirina dema vê prosesa girîng û çawaniya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê bi şêweyekê ku di xizmeta prosesa referandumê û serxwebûnê û yekrêziya niştimanî de be."

    PROJEYA YNKÊ HAT ROJEVÊ

    Di beşeke din a daxuyaniyê de li ser nexşerêya YNKê hat rawestîn û hat gotin: "Projeya nexşerêya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, piştî nirxandina ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê, dê gotûbêjeke giştî li ser were kirin û bersiva wê were dayîn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di xwepêşandana piştevaniya girtiyên Filîstînî de 3 kes birîndar bûn
    YNK û PDKê li ser dema referandûmê li hev kir
    Puşkov bo dawîanîna muzakereyên YEyê: Wê Erdogan bi serbestî avjeniyê bike
    HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin
    Ji Çînê banga arambûn û diyalogê
    Rûsya: Tevgera leşkerî ya li sînorê Koreya Bakur parçeyekî tedbîkatê ye
    Festîvala Bafirokan li Mêrdînê berdewam dike
    PDKê nêrîna YNKê ya liser referandûm û parlamentoyê eşkere kir
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de