08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    YNK û PDKê li ser dema referandûmê li hev kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (274)
    0 10670

    Piştî civîna 23yê Nîsanê ya polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ragihandin ku her du aliyan li ser diyarkirina dema pêkanîna referandûmê li hev kiriye.

    Di civîna her du partiyan de, ji PDKê Mesûd Barzanî, Fazil Mîranî, Roj Nûrî Şawêys, Hûşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Mesrûr Barzanî û Azas Berwarî beşdar bûn, ji YNKê jî Kosret Resûl Elî, Mela Bextiyar, Hakim Qadir, Omer Fetah, Aso Mamend û Rizgar Elî tê de beşdar bûn.

    Li gor nûçeya Rûdawê piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku di civîna YNK û PDKê de biryar hatiye dayîn ku hewildinên bo çalakirina parlamentoya Herêma Kurdistanê werin xurtkirin, komîteya pêkanîna referandûmê ya nûnertiya aliyên siyasî dike jî di zûtirin demê de dest bi kar bike û dema referandûma serxwebûnê diyar bike.

    Hat diyarkirin ku YNK çalakirina parlamentoyê û pêkanîna komîteya referandûmê wek du karên cuda dinirxîne û dibêje, divê ji bo wan ji hev cuda kar were kirin.

    Di daxuyaniya 22yê Nîsanê ya civîna hevbeş a YNK û Tevgera Gorranê de jî hat gotin: "Her du alî xwedî heman nêrînê ne ku referandum û serxwebûn mijareke niştimanî ye û li ber ronahiya berjewedniyên bilind ên gelê Kurdistanê, dê li Parlamentoya Kurdistanê biryar li ser were dayîn."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (274)

    Bi heman mijarî:

    Puşkov bo dawîanîna muzakereyên YEyê: Wê Erdogan bi serbestî avjeniyê bike
    Ji Çînê banga arambûn û diyalogê
    HSD: Hemû rêyên stratejîk ên diçin Reqqayê hatin kontrolkirin
    Bîlançoya 12 rojê dawî yê pêngava 4emîn a Xezeba Firatê
    Li Pasûrê qedexe hat ragihandin û hin kes hatin desteserkirin
    Ji Ewrûpayê bo rawestandina muzakereyên YE û Tirkiyeyê bangewaziyek dî
    ‘Kesê ku di êrişa FSBê de jiyana xwe ji dest da Ozbek bû'
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de