04:42 19 Çile 2018
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Tevgera Sedr du proje pêşkêşî Barzanî kirin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22

    Şanda bilind a Tevgera Sedr di bin serokatiya Ehmed Sedr ku biraziyê Muqteda Sedir e, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê hevdîtin pêk anîn. Hate ragihandin ku sandeya Tevgera Sedir di civînê de du proje peşkeş kirin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û şerê li dijî DAIŞê ya li Mûsilê hatiye axaftin.

    Herwiha di hevdîtinê de Tevgera Sedir li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî DAIŞê û hilbijartinên pêşeroja Iraqê de nêrînên xwe aşkere kirine.

    Ji aliyê ve Tevgera Sedir jî eşkere kir ku du projeyên serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, ji aliyê Ehmed Sedir ve radestî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye kirin û her du proje li ser hilbijartina Iraqê û qonaxa piştî DAIŞê ne.

    Ji wan projeyan yek ew e ku, bi rêya komîsyoneke nû ya serbixwe, hilbijartineke azad û pak û herwiha hilbijartineke dadperwerî were pêkanîn.

    Projeya duyem jî ew e ku piştî DAIŞê ji bo Mûsilê sindoqeke navdewletî ya alîkariyê were pêkanîn, da ku Mûsil ji nû ve were avakirin û xelkê awarebûyî vegerin cih û warên xwe.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Pêşmerge ne milkê ti partiyekê ye
    Mesûd Barzanî: Wanê ku rexne dikin ji rewşa niha ya serxwebûnê tiştek fem nekirine
    Wezîrê alman Gabriel û Barzanî li Pîrmamê hevdîtinekê pêk tînin
    Barzanî ji bo referandûmê Erdogan û Yildirim pîroz kir
    Barzanî: Em ê rê nedin ku karesat û êşên êzidiyan dubare bibin
    Etîketan:
    pêşkeş, qonax, proje, hilbijartin, DAIŞ, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Muqteda El Sedr, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de