16:46 27 Gulan 2018
Alaya Kurdistanê

Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin

© AP Photo / Bilal Hussein
Kurdistan
Lînkê kurt
0 42

Îro serkirdetiya hevpar a Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de li ser çend mijaran danûstandina bîr û ramanan hatiye kirin û yên herî giring jî ev in; serkirdayetiya hevpar tekez dike ku referandum û serxwebûna dewleta Kurdistanê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Li gorî madeya 11 a rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û Goran de piştgiriya vê xalê dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de behsa vê madeyê hatiye kirin ku; "Herdu alî li ser vê yekê bi rijd in, ku diyarkirina çarenivîsê û serxwbûna mafê gelê Kurdistanê ye. Pêwîste amadekariyên heralî jê re werin kirin û referandûm were kirin. Ev mijar mijareke nîştîmanî ye. Li ber ronahiya berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û li Parlamentoya Kurdistanê tê yekalîkirin. Herdu alî bi rijd in ku divê li herêmên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî referandûm were kirin."

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di civîna serkirdetiyê de mijara jiyana gelê Kurdistanê û başkirina rewşa darayî, aborî û debara wan hatiye gotûbêjkirin. Herdu aliyan biryar daye hemahengî û hevkariya di nevberan wan de were bihêzkirin, civînên serkirdetiyê berdewam bikin.

 

 

Bi heman mijarî:

‘Serxwebûna Kurdistanê wê bibe sedema tsunamiya siyasî'
'Erdogan ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye'
Hacî Mahmûd: Em ji hemû şandên konferansê re behsa serxwebûna Kurdistanê dikin
Endamekî Yekgirtû: Îran ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
Cîgirê Serokomarê Iraqê: Em ê ji serxwebûna Kurdistanê re rêzdar bin
Etîketan:
Herdu partiyên kurd ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin, Tevgera Goran, YNK, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de