22:25 21 Îlon 2017
Zindî
    Jinên êzidî

    Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene

    © AP Photo/ Seivan M.Salim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3230

    Nasûh Hadî berdevkê Mîrê Şengalê beyanatek da Sputnik Kurdistanê û da zanîn heya niha 3 hezar û 400 keç û jinên êzidî hêj di destê DAIŞê de ne.

    Nasuh Hadî berdevkê Mîr Tahsîn di beyanak xwe ya bo Sputnik Kurdistanê ragihand li gorî hejmarên ku wan berhev kiriye û bi giştî keç û jinên ku ketine nav destê DAIŞê û agahî ji wan nayê girtin 3 hezar û 400 in.

    Her Hadî da zanîn ji ber milmilaneyên di siyasî yên li Şengalê hêj gelek xizmet li Şengalê nayên kirin û xelkê Şengalê ji ber van milmilaneyan di tengasiyê de ne. Nasuh Hadî wiha got:"Ji ber milmilaneyên eskerî û siyasî yên li Şengalê, jiyana li vir gelek xeter dibe. Hêj xelkê ku ji ber êrîşên DAIŞê Şengal terikandine hêj negihiştine ser malên xwe. Hêj gelek xetereyên siyasî û eskerî li Şengalê berdewam dikin ji ber vê jî xelkê Şengalê her di nav metirsiyê de ye. Ew daxwaz dikin ku êdî bese kuştina xelkên Şengalê. Ew dixwazin ku hemû layenek bi aştiyane û diyalog mijarê çareser bikin. Ne bi kuştina keç û xortên êzidiyan."

    Bi heman mijarî:

    Mîr Tahsîn: Me ji Barzanî xwest Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê
    Ragihandina Mîr Tahsîn:‘Bila fermaneke nû bi ser xelkê Şengalê de pêk neyê'
    Etîketan:
    Nasuh Hadî, Mîr Tahsîn, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de