17:18 22 Hezîran 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    ‘Biryara şandina çekan protokola Hewlêr-Washingtonê berfireh bike’

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3621

    Parlamentarekî Kurd li Herêma Kurdistanê firoştina çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo Herêma Kurdistanê nirxand û got, belkî bibe sedema berfirehkirina protokola Hewlêr û Washingtonê.

    Li gor daxuyaniya Endamê Parlementoya Kurdistanê di Lijneya Karûbarên Yasayî de Şiwan Şêx Ehmed ku di BasNewsê de cî giritiye, şandina çekan a rasterast dê bibe sedema danîna protokeleke serbazî di navbera her du aliyan de.

    Ehmed wiha got: "Piştî ragihandina Wezareta Derve ya Amerîkayê firoştina çekan bo Hêzên Pêşmerge hate zanîn ku Rêveberiya nû ya Amerîkayê giringiyê bi Herîma Kurdistanê dide. Dibe li dahata Herêma Kurdistanê ew pêngav bibe weke protokoleke serbazî yan jî belkî protokola Hewlêr-Washington berfireh bikin ku yek ji wan xalan pirsa firotina çekan bo Herêma Kurdistanê be."

    'BIRYARA AMERÎKAYÊ DÊ KARVEDANÊ LI PEY XWE BÎNE'

    Parlamantarê Kurd destnîşan kir, qehremaniya Hêzên Pêşmerge bandoreke mezin li ser biryara Amerîkayê kiriye ku ew pêngav jî dê karvedanekê li pey xwe bîne.

    Ehmed daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel jî bi bîr xist û diyar kir, ji ber rûbirûbûna terorê ya Hêzên Pêşmergeyan gihîştine wê qenaetê ku êdî çekan rasterast bo Hêrêma Kurdistanê bişînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Parîsê êrîşa çekdarî: DAIŞê êrîş li xwe girt
    Li Rûsyayê maşîneya kar qulibî, ajokar di bin de ma
    Êrişa DAIŞê ya li Karyataynê hat şkandin
    Siyasedmedarekî misrî: Tirkiye piştgiriya terorîstên li Sûriyeyê dike
    Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME
    Ji Kremlînê li ser serdana Erdogan a Rûsyayê daxuyanî
    Etîketan:
    Şandina çekan, Herêma kurdistanê, Pêşmerge, Herêma Kurdistanê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de